• DOLAR 34.347
  • EURO 37.421
  • ALTIN 3014.987
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şehzade Demîrê ku xeyn ji rojevê ji bo axavtinê destûrê xwest, ji Serokê Terîqa Menzîlê Şêx Abdulqadîr el-Huseynî yê ku rehmet kiribû re daxwazîya rehmê kir.

Demîrê ku derheqê Komkujîya Gelîyê Zîlanê de jî axivî, bîr anît ku qetlîam yek ji di dema partîya tenê de bi şekleke wehşîyane hatîye kirin e, got ku ew ji daxuyanîya derheqê perwerdehîya nav hev de a Wezîrê Perwerdehî ya Neteweyî re piştgirîyê didin.

Demîr di axavtina xwe de weha got, “Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm, ez di serê gotina xwe de ji mirşîdê Menzîla Semsûrê Seyyîd Abdulbaqî xoce yê me ê ku rehmet kirîye re ji Xwedî daxwazîya rehmê dikim. Mirina alimê mirina alemê ye. Di serî de ji malbata wî re û ji hemû endamên wî û hezkirîyên wî re sersaxîyê dişînim û daxwazîya sebrê dikim.”

Demîr weha got:

“Îro jî salvegera Qetlîama Gelîyê Zilanê ye. Ev bûyera ku yek ji qetlîamên wehşîyane a dewra partîya tenê de bû ye, di heman demê de di dîrokê de ji rûpelên herî tarî re hatîye nivîsandin. Ez bi vê wesîleyê ji hemû mesumên ku di vê bûyerê de hatine qetilkirin re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim. Tu tişt qetilkirina mesumên pîrek, zarok, ciwan û îxtîyaran nikare meşrû nîşan bide.

Doh wekîlekî yê ku li ser daxuyanîya Wezîrê me yê Perwerdehî ya Neteweyî destûrê xwest û axivî, eleqeyeke çawa kiribese partîya me qest kirîye û li ser ‘emrê zewacê de îftîra û reşkirinê kirîye, di cîhê çareserkirina pirsgirêkên meseleya welatê de cardin nîşan dane ku ew zimanê neyartî û kînê ew ê bernedin. Wan kesên ku ti gotinekî wan ji hinek kesên 40-50 sal e zarokên 14-15 salî derdixên serê çîya û ji baronên Qendîlê re pêşkêş dikin û jîyana wan tarî dikin re tuneye di meclîsa gel de îdreqên îftîrayê çêdikin, ez wan kesan hewalê wicdana gel dikim.

Em jî ji gotinên Wezîrê Perwerdehî ya Netewî ê derheqê perwerdehîya nav hev de re piştgirîyê didin. Bira ti kes şîyandina zarokên xwe a ji perwerdehîya nav hev re neyê zorandin. Bira dibistanên qîzan jî hebin, dibistanên kuran jî hebin. Di heman demê de bira sazîyên ku nav hev in jî hebin. Însanê me yê ku bixwaze zarokê xwe ji kîjan dibistanê re bişîne divê di nav zextê de nemîne, di alîyê hessesîyetên xwe û nirxên xwe de bişîne, di nav hessesîyet û nirxên ku dixwaze de ew perwerde bike. Ev heqê tercîhê, mafeke dê û bavan e. Xweferzkirina perwerdehîya nav hev jî girtina mafên wan ji destê wan ê bi zordarîyê ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir