• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Wekîlê Serokê Bajêr yê HUDA PARê Akyuz: Xebatên xerakirinê ên ku tên kirin qîm nake, divê bê lezandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîyarbekira ku ji 11 bajarên ku ji erdheja di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hatibû tesîrdar bûbû yek e, ji ber afeta ku pêk hatibû 411 kesan canê xwe ji dest dabûn, 912 kesan jî birîndar bûbûn û nêzê hezar û 300 avahî jî xesara giran dîtin.

Li Dîyarbekira ku bi temambûna pêvajoya îtîrazan dest bi xebatên xerakirinê hat kirin, ji hezarî zêdetir avahîyên giran ên ku heta niha nehatine xerakirin dibe sedema bertekan.

Digel 160 roj derbasbûna li ser erdhejê avahîyên ku li benda xerakirinê ne, ji alîyê can û malan de talûkeyan çêdike, avahîyên ku bûne wek xerabeyan ji diz û mirovên ku tiryakê vedixwin re bûne cîhên jîyanê, ev rewş jî ji teref şênîyên derdorê ve dibe sedema talûkeya ewlehîyê.

Wekîlê Serokê Bajêr yê HUDA PARê Mehmet Emîn Akyuzê ku di rakirina van avahîyên giran xesar de ji rayedaran re bang kir, got ku divê van xebatan bên lezandin.

“Banga me ya ji rayedaran re: Divê bi lez û bez tedbîrên ewlehîyê bên girtin û xerakirin bên kirin”

Akyuz weha axivî, “Wek ku tê zanîn di 6ê Sibatê de li Mereşê erdhejên mezin pêk hatin û ji ber van erdhejan li bajarê me jî bi hezaran avahî zerarê dîtin û bi sedan avahî jî xesara mezin dîtin û li benda xerakirinê ne. Van avahîyên bi xesar niha xerabûyîne û talûkeyên mezin çêdikin.”

Akyuzê ku avahîyeke giran xesar a li navçeya Kayapinarê mînak nîşan da weha got, “Li kêleka ev avahîyê parqekî heye û ti tedbîrekî ewlehîyê nehatîye girtin, ev jî di alîyê can û malê de talûkeyeke mezin çêdike. Li ser bûyera girîng 5 meh derbas bûn lê digel ev qas rojan avahîyên ku qerara xerakirina lezgîn hatine dayîn hêna jî nehatine xerakirin. Banga me ji rayedaran re ev e ku bira bi lez û bez tedbîrên hewce bên girtin û bên xerakirin. Avahîyên ku xerabûyî û bêxwedî ne ji bo diz û mirovên ku tiryakê vedixwin bûne mesken, ev jî welatîyên derdorê aciz dike. Divê tedbîra ev meseleyê jî bê girtin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir