• DOLAR 32.541
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2432.626
  • ...
Ji Yapicioglu di civîna çapemenîya ewil a li Meclîsê de diyarîya “makeqanûna nû” û “meseleya Kurd”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapciogluyê Parlamenterê Stenbolê û Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Meclîsê civîna ewil a çapemenîyê lidarxist.

Qetlîama Srebrenîtsayê

Yapiciogluyê ku ji civîna çapemenîyê re bi yadkirina salvegera qetlîama Srebrenîtsayê dest pê kir, bîr anît ku di sala 1995an de di navbera dîroka 11-22 Tîrmehê de li Srebrenîtsaya ku NY herêma ewle îlan kiribû di nav de zarok û pîrek jî ji heşt hezarî zêdetir sîvîlên mesum hatin qetilkirin.

Yapiciogluyê ku mesumên sîvîl ên ku ji ber nasnameya xwe yên nîjadî û bawerîyê dûçarê qetlîamê bûn bi rehmet yad kir, faîlên qetlîamê û aligirên wê lanet kir.

Yapiciogluyê ku diyar kir gel bi hejmareke zêde di Hilbijartina Giştî ya Parlamenter û Serokkomarîyê de beşdarîyê nîşan dan û îrada xwe nîşan dan, cardin daxwaz kir ku bira ev encamên hilbijartinê ji bo welat û gel bi xêr be.

“Em bi hemû cehd û xeyreta xwe di xizmekirina gel de bin”

Yapicioglu weha got, “Malumê we ye ku em di 19ê Kanûnê a sala 2012an de bi şîara ‘Sîyaseta Dirust, Edaleta Rast’ di nav sîyasetê de cîhê xwe girtibû. Em di roja ewil a ku bi fêhma xatirê heqqîyê ji xwe re alî girtibûn, menfeat û mesleheta xelkê xwe ji re kiribû pêşî de hereketê kir. Em bi bernameya resen û sekina xwe ya seretayîtî bawer dikin ku ji sîyaseta Tirkîyê re hilmeke nû anîtin.”

Yapicioglu diyar kir ku bê guman di dewra hilbijartina ku gelek bi xebatê zêde û bitempo domîya de partîya ku herî zêde hatibû axavtin HUDA PAR e weha got, “Di alîyê başîtîya me de û di alîyê xerabîya me de jî gelek tişt hatin gotin. Em wek HUDA PARê di meşadina xwe ya sîyasetê a sala 11emîn de bi teweccuha xelkê xwe di Meclîsa Milletê de îmkana temsîlîyetê bidestxist. Ez daxwaz dikim ku vê dewra nû ji bo me hemûyan bibe wesîleya xêrê. Em ê bi îzna Xwedê di nav cehd û xeyretê de ji bo gelê xwe di nav xizmetê de bin.”

“Em wek HUDA PARê di Meclîsê de wezîfeyên gelek muhîm li hêvîya me ne”

Yapicioglu weha berdewam kir:

“Em bi tevî hevalên xwe ji roja ku me HUDA PARê damezrandîye heta niha di nav xeyreta meseleyên ku gelê me, welatê me, ummeta Îslamê û însanîyetê ku jê mizderîb in di nêz de bişopînin û ji bo wan pirsgirêkan jî çareserîyan bibînin de bûn. Me ev fikrê diparêst ku sîyaset li ser menfeat û aligirîyê nîne, divê li ser edalet û heqqanîyetê bê kirin. Me bi israrê bal kişand ku him pirsgirêkên nav welat him jî pirsgirêkên derveyê welat li ser erda sîyasetê bê çaraserkirin.

Em wek HUDA PARê wezîfeyên gelek muhîm ên sîyasî ya welatê me, civakî û aborî di Meclîsê de bên çareserkirin li hêvîya me ne. Bira xelkê me baş zanibin ku em ê di sedsala pêşîn de ji bo welatê xwe him bi dînamîkên meddî him jî menewî bi qerar û îsîtqrar bi rê ve biçe çi ji destê me were em ê bikin.”

Yapiciogluyê ku diyar kir Tirkîye ji bo sedsala duyemîn gavan davêje bal kişand ji bona ku Tirkîye ji sedsala duyemîn re destpêkekî baş bike divê sesdala ku borîye baş binirxîne, ji tiştên ku hatîye jîyandkirin ji bona xwe ders û îbredan derxe.”

Yapicioglu weha got, “Divê ku tehayyulekî nû ya Tirkîyê derxin holê. Em nikarin medenîyeta xwe ya sedsalî bavên pişt gohên xwe. Em wek warisê medenîyeta ku di dema berê de bi qeweta xwe ya ku ji bawerîyê digirt û di dîrokê de cîheke mezin girt, ji ber vê yekê em bawer dikin ku divê em ji ozê xwe re vegerin.”

“Êdî ji bo makeqanûneke nû û netewî gavek bê avêtin”

Yapicioglu ji bo hewcedarîya makeqanûneke nû balan kişand û weha got, “Ji bona ku Tirkîye sedsalekî dinêjî winda neke Tdivê ku Tirkîye bi pirsgirêkên xwe yên bingeh re rûbirû bibe. Pêşî makeqanûnekî sîvîl û netewî ya ku ji wesayetê û îdeolojîyê hatîye paqijkirin, mirovan cuda nake, bawerî û terza jîyanê xweferzkirin nake, azadî û heqên esas dike binê temînatê û ji terf svîlan ve hatîye çêkirin gav bê avêtin.”

“Divê meseleya Kurd di bin esasa heqanîyet û edaletê de bê çareserkirin”

Yapiciogluyê ku derheqê Meseleya Kurd de jî axivî weha got, “Divê civakeke pêbawer bi ewlekariya can, mal, dîn û nesla hemû welatiyên me bê avakirin. 'Meseleya Kurd' ku bi demê re ji ber hinek polîtîkayên şaş ên beriya sed salî veguherî pirsgirêkeke mezin, bêyî ku bi rêxistin û derbeyên derve bê kêmkirin, divê li ser esasê edalet û heqanîyetê bê çareserkirin. Vegerandina biratiya Tirk-Kurd ku hiqûqa wê tune ye û ji ber vê sedemê zirar dîtiye, li ser esasê edaletê; bawerî, dîrok û welat dê ji bo nêzîkbûna dewlet û hemwelatiyê li ser xala hevpar bibe alîkar.”

“Em di rêya xizmetkirina ji xelkê xwe re de ji Xwedê daxwazîya alîkarîyê dikin”

Yapicioglu civîna çapemenîyê bi van gotinan dawî kir:

“HUDA PAR niha di parlementoya gel de ye. Em ê bi têgihîştina xwe ya siyasî û çareseriya pirsgirêkên welatê xwe, mijarên ku me di 'Belgeya Vîzyona Hilbijartina 2023'an de diyar kiribûn' û daxwazên welatiyên xwe bînin rojeva Meclîsê, xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Li ser hemû mijarên ku me di Belgeya Vîzyona Hilbijartinê ya 2023’an de eşkere kirine û bi baweriya me li gorî menfeat û meslehetên gelê me ne, em ê bernameyeke çalak û bi bandor pêk bînin. Di rêya xizmeta gelê xwe de em ji Xwedê alîkariyê dixwazin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Wekîla Entabê Şehzade Demîr, Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç jî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir