• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Hîndistanê hejmarê mirîyan derket 100 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber lehî û hezîna axê a ku li bakurê Hîndistanê tesîrdar bû ji 100î zêdetir mirov mirin. Ev reqem ji teref qenala TV ya India Todayê ve hat dayîn.

Baranê dijwar ê ku di 8ê Tîrmehê de li herêmên bakura welat dest pê kiribû, bû sedema rabûna avê û hezazan.

Barînên zêde li paytext Delhîya Nû û herêmên Himaşal Pradeş, Uttarkand, Pencap, Haryana, Rajasthanê tesîrdar bûn.

Wîllayeta ku herî zêde ji baranê tesîrdar bûye jî wîlayeta Himaşal Pradeş e.

Li alîyê bakurê welat di cîhên çîyayî de ji ber baranan 300 geştyar di herêmên çîyayê de asê man. Di encama afetê de li wîlayetê nêzê 80 kesan mirin û li giştîyê welat jî ji 100î zêdetir mirov canê xwe ji dest dane, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir