• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Li Efxenistanê îfsada 20 salane hat rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Akîf di axavtina xwe de îfade kir ku millet digel mucahîdan xebitî û bi şiklê herî xweşik li dînê xwe xwedî derket. Ji wan kesên ku ji naçarî dizîyê dikin re alîkarîya maddî tê dayîn

Wezîr Akîf derheqê xeberên li ser pîrekand e jî axivî û bal kişand ku a niha di hinek wezaretan de pîrek di nav wan de dixebitin.

Reşkirin û derewên alema xerbê yên derheqê Emîrtîya Îslamê de bênavber berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Teblîxkirin Qencîyê û Dûrkirina Ji Neqencîyê yê Efxanistanê derheqê îddîayên ku tên gotin de daxuyanîyek belav kir. Berdevk Akîf destnîşan kir, ew wê îfsada ku di 20 salên îşxalê de hatin kirin di yek û nîv salî de ji holê rakirin.

Muhammed Sadiq Akîfê berdevkê Wezareta Teblîxkirin Qencîyê û Dûrkirina Ji Neqencîyê yê Efxanistanê derheqê wan derewên ku li ser navê welatên wan tên kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinên balkêş kir.

Akîf derheqê xebatên ku ji teref Wezareta Teblîxkirin Qencîyê û Dûrkirina Ji Neqencîyê yê Efxanistanê ve tên kirin de agahî da.

Akîf weha axivî, “Karên vê wezaretê ji sê beşan pêk tê. A ewilî, teblîxkirin qencîyê û dûrkirina ji neqencîyê, ya duyemîn li daîreyên dewletê belavkirin qencîyê û ji gunahan dûr kirin û ya sêyem jî guhdarkirina gazin û gilîyan e.”

Akîfê ku got di dema îşxala Amerîkayê de li Efxanistanê bêexlaqî gelek zêde belav bûbû, lê çawa ku ew dawî li îşxalê anîn xebatê îfsadê ji holê hatin rakirin.

Akîf axavtina xwe weha domand, “Amerîka û ew dewletên din ên xerbe 20 salan xwestin ku bighijin hedefên xwe û ji bo vê yekê li Efxanistanê bûn.  Lê belê hemd ji Xwedê re ji ber ku gelê Efxanistanê Misliman e ew negihaştin hedefên xwe.  Di dema îşxalê de di wan eywanên dawetê de eraq dihat vexwarin û tiryak dihat bikaranîn. Li cihên wisa gelek zêde gunah dihatin kirin. Hemd ji Xwedê re a niha yek ji van jî nema. Em gazî însanan dikin da ku werin camî û medreseyan. Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê xebatên îşxalkeran a 20 salan di salek û nîvê de ji holê rakir.”

Akîf di berdewama nirxandina xwe de derheqê xebitîna pîrekan û wan kesên ku ji naçarî dizîyê dikin de jî nirxandinan kir.

Akîf weha got, “Emîrtîya Îslamê li wan kesên ku ji naçarî dizîyê dikin jî xwedî derketiye. Ger ew kes ji naçarî dizî kirbe jêre alîkarîya maddî tê kirin. Her wisa ez dixwazim derheqê meseleya pîrekan a di sazîyan de jî tiştekî bêjim.  A niha li hinek wezaretên me pîrek dixebitin.  Li wezareta me bi xwe jî îxtîyac heye ku pîrek bixebitin. Em ê beşeke taybet ji wan re vekin û wan di vê derê de îstîhdam bikin.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir