Li Îzmîrê di 2 şewatên mezin de 390 hektar herêm şewitî
Doh li navçeyên Alîaga û Menderesa Îzmîrê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de 390 hektar herêm şewitî.
Li bajara ku hewaya germ û ba tesîrdar e, doh di du navçeyan de şewat derket.
Di şewata li Alîagayê de 120 hektar herêm şewitî. Di şewata li Menderesê de jî 270 hektar herêm şewitîn.
Digel bin kontrolkirina herdu şewatan jî xebatên sarkirinê didomin. (ÎLKHA)