• DOLAR 34.609
  • EURO 36.348
  • ALTIN 2924.46
  • ...
Siyonîstên îşxalker li Cenînê ji 460 malan re zirarê de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stefan Dujarric got Koordînatora Alîkariya Însanî ya Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Lynn Hastings û nûnerên hinekê din welatên endam di dawiya hefteyê de serdana kampa penaberan a Cenîn kirin da ku zirarê binirxînin.

"Koordînatora alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Lynn Hastings roja şemiyê ligel nûnerên çend welatên endam serdana kampa penaberan a Cenînê kir. Hevkarên me yên alîkariyên mirovî nirxandina destpêkê ya zirarên piştî operasyona hêzên Îsraîlê ya hefteya borî temam kirin, ku nîşan dide ku 460 mal hatine wêrankirin. Derdora kampê xisar dît. Ji vana 70 xanî hilweşiyan an jî zirareke mezin dîtin. Herî kêm 40 malbat koçber bûn. Her wiha ekîbên mirovahî yên ku di nav wan de Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) alîkarîya rewşên lezgîn, malzemeyên tibbî û piştgiriya psîkolojîk pêşkêşî wan dikin."

Rejîma îşxalker a siyonîst ji Tîrmeha 2019an ve êrişî ser bajarê Cenînê yê li Şerîeya Rojava ya îxşalkirî kir.

Di êrîşa 48 saetan de gelek mal, zevî, rê û binesaziyê zirar dîtin.

Di encamê de 12 Filistînî ku 4 jê zarok bûn hatibûn şehîdkirin  û nêzî 120 kesên din jî birîndar bûbûn ku rewşa 20 ji wan giran e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir