• DOLAR 32.242
  • EURO 35.23
  • ALTIN 2478.361
  • ...
Li Hîndistanê ji ber barîna zêde 34 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin baranên zêde ên ku li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndistanê di nav 24 dawîn de tesîrdare û bû sedema mirina 10 kesan, hejmarê mirîyan zêde bû û derket 34 kesan.

Li gorî daneyên fermî, ji 34 kesan 17 kesên wan ji ber brûskê canê xwe ji dest dane. Di heman demê de jî 12 kesan ji ber xeniqînê canê xwe ji dest dane, 5 kesan jî ji ber hezîna axê mirine.

Barana ku bê navber dibare li wîlayetê jîyanê bi xerabî tesîrdar kirîye. Meteorolojî ji hinek navçe û navendan re elarma porteqalê da û ji ber vê yekê hinek dibistan hatin girtin.

Departmana Meteorolojî ya Hîndistanê diyar kir ku ew ê heta roja Çarşembeyê baranê dijwar bibare. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir