Li Enqereyê li dijî DAÎŞê operasyon: 22 binçavî
Di operasyona ku li Enqereyê li dijî DAÎŞê hat lidarxistin de 22 kesên biyanî hatin qefaltin.
Midurtîyên Şubeya Îstîxbara û Micadeleya bi Terorê re a Midurtîya Ewlehî ya Bajarê, di encama lêkolînên xwe yên teknîkî li dijî 27 kesên ku tê diyarkirin minasebetên wan bi DAÎŞê re hene operasyon hat lidarxistin.
Di operasyona hevdemî ya ku li navenda bajêr hat kirin de ji şikdaran 22yên wan hatin binçavkirin.
Ji bo şikdarên dinê jî bên qefaltin xebat hêj didomin.
Lêpirsînên şikdarên dinê jî hêj li ewlehîyê didome. (ÎLKHA)