• DOLAR 32.322
  • EURO 34.837
  • ALTIN 2412.498
  • ...
Li Êlihê tira ku qeza kir şewitî: 4 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên êvarê de li Pira Kantarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira ku plaqeya wê nehat hînbûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Bi qelibîna tirê şewat derket. 6 kesên ku di nav tirê de bûn şewitîn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê ên ku şewata tirê tefandin, di encama lêgerîna ekîbên tenduristîyê de jî hat îfadekirin 4 kesan li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dane 2 kesan jî giran birîndar bûne. Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û cesedê mirovên ku rehmet kirine jî ji bo otopsîyê ji mergê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin, Walîyê Êlihê Ekram Canalp jî, ji bo qezayê di cîhê wê de bibînê li cîhê bûyerê lêkolînan kir. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir