Li Kabîla paytexta Efxenistanê febrîqeya hesin-polan hat vekirin
Di febrîqeya hesin-pola a ku li Efxenistanê nêzê bi 10 milyon dolarî hat çêkirin 700 mirov bi raste rast, bi hezaran mirov jî nerasterast hatin îstîhdamkirin.
Li Paytext Kabîlê, nêzê bi 10 milyon dolarî febrîqeya hesin-pola hat vekirin.
Wezîrê Bazirganî û Sanayîyê ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Nureddîn Azîzî
Wezîrê Bazirganî û Sanayîyê ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Nureddîn Azîzî di daxuyanîya xwe ya ku di vekirina febrîqeya hesin-polanê de kiribû de weha got, “Heta ku em dewrîma senayîyê û ji teref şîrketên netewî madenvanîyê nedin destpêkirin em ji xwe re qîm nakin.” Diyar kir ku hêvîya Emîrtîya Îslamê ji bo pêşveçûna Efxenistanê ne bi rasterast an jî ne bi nerasterast tuneye.
Walîyê Kabîlê Şêx Muhammed Qasim Xalid
Walîyê Kabîlê Şêx Muhammed Qasim Xalid jî di bernameyê de axivî û weha got, “Karsazan û Senayîsazan, divê sanayî û bazirganîyê hisûseke dînî bibînin û ji bo qelîteya hilberînan jî bi dîqqet bin” (ÎLKHA)