Rejîma îşxalê êrîşên xwe yên bi ser Şerîaya Rojava de didomîne: 1 jê giran 4 birîndar
Hat ragihandin di encama êrîşa siyonistên îşxalker a ku li Şerîaya Rojava ta Filistînê hat kirin de zarok jî di nav de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin îşxalker êrîş birin li ser gundê bi navê Kefr Kaddum û yek jê giran 4 kesan birîndar kirin.
Koordînatorê Komîteyên Berxwedana Gel Murad Şîtewî derbarê mijarê de destnîşan kir, îşxalkeran bi guleyên rastî êrîş birine li ser gund û yek jê giran 4 kesan birîndar kirine.(ÎLKHA)