• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ji cemaata camiyê kampanyaya îmzeyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Camiya Mezin a navçeya Sûra Dîyarbekirê li alema Îslamê wek 5 emîn haremî şerîf tê qebûlkirin.Lê ji teref turistên ji derve û hundur ve bi cilûbergên ne musaît ên xeyrî Îslamî ev camî tê zîyaretkirin. Ev yek jî dibe sebeba nerazîbûna xelkê cemaata camiyê. Beriya niha jî ev mijar çend caran hatibû rojevê. Lê heta niha tu tedbîr nehatinin girtin. Ji ber vê yekê cemaata camiyê ket nav tevgerê.

Cemaat camiyê dibêje bila têketina zîyaretvanan ên bi cilûbergê ne Îslamî û ne musaît bê yasaxkirin.

Ji bo vê yekê cemaata camiyê kampanyaya îmzeyê da despêkirin. Daxwaza xwe ji saziyên têkildar re jî gotin. Derheqê kampayaya îmzeyê de Omer Farûk Gul malûmat da û got, wexta ev kes diçin dêran li gor qîyafetên musaît diçin ziyaret dikin. Lê ji bo zîyareta camiyan vê hesasyetê nîşan nadin û wiha dewam kir:”Cemaat wexta nimêja xwe eda dike, him jin, him mêr bi qîyafetên ne musaît dikevin camiyê. Hurmetê ji camiyê re nîşan nadin. Lê digel vê yekê bi qîyafetên musît dikevin dêran. Kêşayê wê derê tu carî musaade ji vê yekê re nade. Lê vê hurmetê ji camiyê re nîşan nadin. Divê rayedar êdî vê yekê çareser bikin.”

“Ma em ji bo çi tên mabedan!”

Gul got zîyareta camiyan a bi van cilûbergan zirarê dide cemeata ku îbadetê xwe dikin û got: “Ma em ji bo çi tên mabedan. Ji bo têkiliyê ji Xwedê re sexlem û qewîn bikin em tên. Lê ew bi van cilûbergên xwe vê rabita û têkiliyê dixwazin qut bikin.Em bi tevahî van kesan manî nakin. Dive di her du deriyê camiyê de wezîfedar hebin. Li van cîyan divê cilûbergên teseturê hebin.Bila van qiyafetan li xwe bikin û têkevin camiyê.”

“Eleqeyeke mezin ji kampanyaya îmzeyê re tê nîşandan”

Gul got, eleqeyeke mezin ji kampanyaya îmzeyê re tê nîşandan û îfade kir, ne tenê camiya mezin divê ji hemû mekanên muqades û pîroz re ev hurmet bê nîşandan û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibêjin bila bi têketina cilûbergên ne musaît bê yasax û qedexekirin. Xelqê Dîyarbekirê û herêmê dîndar û oldar e. Alaqe û tewecûhek mezin li sitanda me tê nîşandan. Me gelek îmze top kir. Ger anketek bê kirin ne tenê ev camî, ji bo camiyê din û cîhên din ê muqades jî heman daxwazê dikin ku bila hurmet ji van deran re bê nîşandan.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir