Li Çewlîgê operasyona tiryakê
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê di lêgerîna çîyanan de; di nav 12 erdan de 539.836 kenewîra kok û 1.951.151 kok skunk hat bidestxistin.
Derheqê bûyerê de ji teref Walîtîya Çewlîgê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji teref unsurên Fermandarîya Cendermeya Bajar yê Çewlîgê ve, di encama xebatên îstîxbarî a di çarçoveya hilberîna meddeyên hişbir û tîryakê de ya roja 05ê Tîrmehê a sala 2023yan; li navçeya Dara Hênê di encama lêgerîna erdan de; di nav 12 erdan de 539.836 nebatata Kenewîra Kok û 1.951.151 kok skunk, 3 kîlo esrara kubar, çekek û xortoma avdanê hatin bidestxistin.” (ÎLKHA)