• DOLAR 32.543
  • EURO 35.077
  • ALTIN 2437.069
  • ...
Li gorî daneyên NY li Sudanê 2,8 milyon mirov ji cîhê xwe bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), daneyên ku ji 15ê Nîsanê a ku destpêka pevçûnan e kom kirine belav kir.

Di daxûyanîya ku hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di nav 11 hefteyê dawîn de 15 xebatkarên alîkarîya însanî canê xwe ji dest dan.

Daxuyanîya ku hat destnîşankirin li Sudanê 2,8 milyon kes ji cîhê xwe bûne, ji wan 2,2 milyonê wan di nav welat de ji cîhê xwe bûne, 615 hezarên wan jî derbasî welatên cîran bûne.

Li gorî agahîyên ku ji rayedarên mehellî hatine bidestxistin, hejmarê mirîyên li Sudanê gihaşt 1133 kesan, 11 hezar û 796 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir