• DOLAR 32.983
  • EURO 35.365
  • ALTIN 2456.538
  • ...
Li Stenbolê 353 koçber hatin qefaltin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên Midurtîya Şubeya Derên Sînor û Micadeleya Qaçaxçîtîya bi Koçberan a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr, li hinek navçeyan kontrola micadeleya bi koçberên bênîzam lidarxistin.

Ekîban, li navçeyên Uskudar, Kuçukçekmece, Beykoz, Sariye, Bakirkoy, Esenler, Kagithane, Bahçelîevler, Umranîye û Gungorenê kontrolan kirin.

Di encama kontrolan de 26 kelekên gerê jî hatin lêkolînkirin. Ekîban, hezar û 433 koçberan kontrol kirin û ji wan 353yên wan ên bênîzam qefaltin.

Piştî karên koçberan ew ê ji Navenda Şîyandina Vegerînê a Îdareya Koç ya Bajêr re bên îadekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir