• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Li Mêrdînê xwîndarîya 22 salî bi aştî hat encamkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Tilyaqûba Nisêbîna Mêrdînê di navbera malbatên Bîlen û Akdenîzê de neyartîyeke 22 salî hebû.

Bi ketina Şêx Sebîh Elçîoglu û Suleyman Doganê rîspîyên herêmê di navbera mezinên herdu malbatan de hevdîtin hatin kirin. Li ser bi serfirazbûna hevdîtinan di navbera malbatan de şîva aştîyê hat dayîn.

Di bernameya ku di eywaneke dewatê de hat tertîpkirin de mewlûd hat xwendin. Dûre jî endamên malbatan bi pêşengîya Elçîoglu û Doganê hevdû hembêz kirin û li hev hatin.

Şêx Sebîh Elçîogluyê ku dewê bi aştîyê da encamkirin weha got, “22 sal e di navbera van herdu malbatan de neyartî hebû. Me malbatên xwe li hev anît, ser xêrê be, Xwedê bira ji wan herdu malbatên me jî razî bibe. Xwedê bira cardin ji xelkê me re bêhizûrîyê nede.”

Suleyman Dogan jî weha got, “Di navbera du malbatên me de xwîndarîya 22 salî hebû. Me wan anît cem hev û li hev anît. Xwedê bira ji wan herdu malbatên me jî razî bibe. Ez ji Xwedê daxwaz dikim bira ji xelkê me re daîma hizûrê bide.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir