• DOLAR 32.745
  • EURO 35.321
  • ALTIN 2449.534
  • ...
Di êrîşa îşxalkeran a li Cenînê de hejmarê şehîdan derket 12 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma îşxalkeran di roja duyemîn de  jî êrîşa xwe ya li ser Cenînê domand.

Berxwedêran jî li dijî êrîşa îşxalkeran micadeleyê didin. Li Cenînê dem bi dem dengê pevçûnan tên bihîstin.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand di êrîşa îşxalkeran a li dijî Cenînê de 4 jê zarok 12 kesan şehîd bûn, 20 jê giran 120 kesan jî birîndar bûn. Hat daxuyandin şehîdê 12emîn a ku hatîye şehîdkirin li taxa rojhilat a Cenînê di encama bomberandina balafiran de şehîd bûye.

Xeyn ji vana îşxalkeran; kolanan bi qilêderan dikolin, dîrekên ceryanê radikin û xetên ragîhandinê qut dikin, bi vê şeklê zerareke mezin  didin Cenînê.

Tê îfadekirin ku li Cenînê bi hezaran Filistînî ji ber êrîşan ji cîhê bûne.

Hat îfadekirin ku di dema destpêka êrîşê heta niha jî nêzê 120 Filistînî jî hatine desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir