Ji ber binavbûna keleka koçberan 51 kesan mirin
Di encama bin av bûna keleka koçberan a ku ji Efrîqaya Bakur birê ketîye û li alîyê Giravên Kanaryaya Îspanyayê ve diçe de 51 kesan mirin.
Hat diyarkirin ku kelek ji alîyê qeraxa bajara Tan Tana li başûrê Fasê birê ketîye, ji mirîyan jî 11 jê pîrek 3 jê zarok bûne.
Wezîra Xebatê û Alîkara Serokwezîrê Îspanyayê Yolanda Diaz, daxuyand ew ji ber mirina 51 koçberan xemgîn in û YA jî derheqê koçberan de divê polîtîkayek bikar bîne. (ÎLKHA)