• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Fransayê protesto didomin: 427 kesên dinê jî hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hema hema li her derê Fransayê ji ber kuştina ciwanekî ereb yê çend roj berê ji teref polêsê Fransayê ve protestoyên bi komî yên ji îsyanê re vegerîyaye tên jîyankirin.

Li gorî Gerald Darmaninê Wezîrê Karên Hindir yê Fransayê ji doh êvarê heta niha ve 427 kesên din jî hatine binçavkirin.

Bi tevî van mirovên ku hatin binçavkirin hejmarê mirovên ku hatine binçavkirin 2 hezarî derbas kir, ji 200î zêdetir polês jî birîndar bûn. Hejmarê bajarên ku li welat bişev derketina derve hatîye qedexekirin jî derket 10an.

5 hezar endamên ewlehîyê li Parîsê li giştîyê welat 40 hezar endamên ewlehîyê ji bo ku ev îsyanê dawî bikin dixebitin.

Çalakîvanan di nav 5 rojên ku protesto didome de xeyn ji wesayîtên polêsan daîreyên dewletê; dibistan, ofîs, dikan û wesayîtên çûndin û hatinê jî şewitandin.

Wezîrê Karên Hindir yê Fransayê diyar kir ku di dikan û xanîyan de bûyerên dizîyê jî zêde bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir