• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ew ê Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî û Şehîdên Sûsayê bên bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê bername îro ji teref Sûsa-Der û Cemîyeta Mustazafan ve li gundê Sûsaya Farqînê di seat 15.00an de bê tertîpkirin.

Li Sûsayê çi bûbû?

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê  nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir