Ewrûpa Yetîm Elî xebatên xwe yên alîkarîyê li Etîyopyayê didomîne
Ewrûpa Yetîm Elîya ku ji bo xebatên qurbanê li Etîyopyayê ye ji 400 malbatên feqîr û yetîm re alîkarîya xurek û erzaqê kir.
Ewrûpa Yetîm Elîya sazîya alîkarîyê ya navneteweyî xebat û fealîyetên xwe yên alîkarîyê li Efrîkayê didomîne… Ewrûpa Yetîm Elî di vê çarçoveyê de ji bi sedan malbatî re alîkarî kir.
Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Abdurrahman Altun derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û got: “Me li vê derê ji 400 malbatan re alîkarîya xurek û erzaqê kir. Ew ê bi vê wesîleyê bi hezaran însan parîkek be jî xwarinekê bixwin. Em wek Avrupa Yetim Eli li benda alîkarîyên xêrxwazên xwe ne. Rebbê min ji wan razî be.”(ÎLKHA)