Li Tokatê mala du qetî şewitî
Li navçeya Erbaaya Tokatê maleke du qetî şewitî.
Şewat li Taxa Gazî Osman Paşayê di xanîyeke du qetî de pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re ekîbên îtfaîyê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî şewatê kirin.
Şewat di encama midaxeleya ku seatekê berdewam kir de hat tefandin.
Ji ber şewatê tiştek bi serê kesî de nehat.(ÎLKHA)