Îsal ji 150 welatan 1,8 milyon kes bûn hecî
Erebîstana Siûdî ragihand ku ji 150 welatan 1,8 mîlyon kesên ku ji ber belavbûna Kovîd-19ê cara ewil bê sînor bûne hecî.
![Îsal ji 150 welatan 1,8 milyon kes bûn hecî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/7VTAVLvOjCOUV2Rz3z_bBq2jnIc=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/26/isal-ji-150-welatan-18-milyon-kes-bun-heci-136f0f68.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîrê Hec û Umreyê Tewfîq er-Rabîa di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku îsal ji 150 welatan hejmara heciyan gihîştiye milyonek û 845 hezarî û got ku ji hejmara heciyan 184 hezar û 130 kes hemwelatiyên Erebistana Suûdî ne.
Saziya Îstatîstîkê hûrgiliyên heciyên îsal jî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, ji welêt 184 hezar û 130 kes, ji welatên ereban 346 hezar û 214 kes , ji welatên Asyayê milyonek û 56 hezar û 317 kes, ji Afrîkayê 221 hezar û 863 kes, ji Ewropa, Amerîka, Awustralya û welatên din jî 36 hezar û 521 kes bûne hecî.(ÎLKHA)