• DOLAR 34.095
  • EURO 38.119
  • ALTIN 2842.772
  • ...
Ji STKyan peyama îdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember, Cemîyeta Mistzefan û Platforma Nesla Quranê bi minasebeta Îda Qurbanê de peyama pîrozbahîya îdê belav kirin.

Di peyamên ku hatin belavkirin de temsîlkarên STKyan bal li ser meseleya sekina Hezretî Îbrahîm a di qurbankirina Hezretî Îsmaîl de, teslîmîyeta Hezretî Hacer, rewşa Hezretî Îsmaîl kişandin, diyar kirin ku rojên îdan rojê belavkirin û kêfxweşîyê ne. Bal hat kişandin ku erdhejzede û mirovên mihtac jî bira neynê ji bîrkirin.

Adnan Akgonul

Adnan Akgonulê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember îfade kir ku Îda Qurbanê litfeke ku Xwedê daye însanan e û ji bo muminan jî rojên kêfxweşîyê ye, bal kişand ku îd bi esasa Hezretî Îbrahîm ê ku Xwedê Teala ji wî wezîfeyek xwestîye û ew jî wê wezîfeyê bi cîh anîtîye ye.

Akgonul di axavtina xwe de weha got, “Ew zarokê xwe yê ku ji wî gelek hez dikir ji bo Xwedê Qurban kir û wî qurbanîyê jî îspat kir. Ev îmtîhanekî bû û nîşana ji bona Xwedê dest helanîna ji her tiştê ye. Li vê derê sekina Hezretî Îbrahîm, teslîmîyeta Hezretî Îsmaîlê ku bi qurbanî hatîye nîşandan û qenaata Hezretî Hacer muhîm e. Ev sê şexsîyet ji bona me nimune û mînak in.”

Akgonul di axavtina xwe de qala peyam û tewsîyeyên weqfa xwe jî kir û weha got, “Em bi weqfî tewsîyeyên me yên ji birayên me re ev e: Rojên îdê rojên kêf û parvekirinê ye. Her birayên me yên ku îmkanên wan hene mitleqe bira qurbana xwe bide. Çîmkî mirovên mihtac ên ku bi salan e nikarin goşt bixwin hene. Ji bona ku wan qurbanên xwe bidin wan bira ev fedekarîyê bikin. Bira zîyaretên eqrebeyan bîrva nekin. Xeyn ji van bira birayên xwe yên Misilman ên ku li çar alîyê dinyayê mexdurîyetê dikşînin jî bînin bîra xwe, ji bona wan duayê bikin û bi rihê alîgirîyê îdên xwe derbas bikin.”

Akgonul di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi vê wesîleyê daxwaz dikin ku bira ev îd ji bo hemû alema Îslamê bibe wesîleya xêrê. Ji Xwedê Teala daxwaz dikim ku bira bi minasebeta îdê biratîya me, mihabbetê me û dostîtîyên me daîm bike. Bira Cenabê Xwedê ev îdê ji hemû alema Îslamê re bike wesîleya xêrê.”

Murat Arslan

Murat Arslanê Serokê Gişî yê Cemîyeta Mistezefan got ku Xwedê Teala ji bona ku civaka Îslamê di nav xwe de tevgerîn û hevdu hez bikin di nav salê de hinek rojan litif kirîye, Îda Qurbanê jî ji van rojan yek e. Diyar kir ku Xwedê Teala bi minasebeta Îda Qurbanê ji misilmanan re teslîmîyeta Hezretî Îbrahîm û Hezretî Îsmaîl dide bîranîn û ev jî ji bona nêzbûna ji Xwedê re wesîleyek e.

Arslan di axavtina xwe de weha got, “Bi rastî jî di nav civakê de bi wesîleya van rojan xesletên xweşik dibînin. Ji vana yek jî hîsa parvekirinê ye. Bi serjêkirina qurbanan sifreya feqîr û mihtacan bibereket dibe, ew di navbera feqîr û zengînan de dibe wek pirê. Xesletekî dinê yê xweşik jî silaî rehim e. Bi vê wesîleyê Misilmanên civaka Îslamê, eqrebe, heval û dost tênê cem hev û firsedeke hesbihalê bidest dixin.”

Arslan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi vê wesîleyê wek Cemîeyat Mistezefan îda hemû mezlûm û mistezefan pîroz dikim, bira Rebbê min bi vê wesîleya îdê hemû birayên me yên di bin zilmê de ne re bike wesîleya azadîyê û bike wesîleya xêrê.”

Muhammed Avci

Muhammed Avciyê Koordînatorê Bajarê Dîyarbekir yê Platforma Nesla Quranê jî li ser navê platformê axivî û ji peyama xwe re bi ayeta “Çi xwîna wan û çi jî goştê wan dighêje Xwedê, feqet tenê teqwayê we dighêje wî.” Dest pê kir û diyar kir ku qurbana ku tê meneya wesîleya nêzbûna ji Xwedê re bi tevî îda ku Xwedê kirîye diyarî du xweşikayî bi hev re tê jîyankirin.

Avci di berdewama axavtina xwe de weha got, “Wek ku di ayetê de hatîye diyarkirin çi goştê qurbanan û çi jî xwîna wan dighêje Xwedê. Bi vana rûyê feqîran kêfxweş dibe, yekîtîya civakê zêde dibe. Feqet di dema ev îbadetê de ev ê ku bighêje Xwedê îhlas û nîyet e. Divê ku qurban bi şiûra ev emrê Xwedê ye û îbadetekî ye ku em bikin bin. Divê ji hemû gotin û hereketên me ji vê nîyetê dûr bixe jî mirov xwe dûr bike. Em gerek di wê şiûrê de bin û li gorî wê xwe ji timatîyê jî dûr bixin.”

Avci di dawîya axavina xwe de îda hemû Misilmanan pîroz kir û weha got, “Ez bi vê wesîleyê wek Platforma Nesla Quranê îda hemû Misilmanan û Misilmanên ku li Hecê ne wê îbadetê bi cîh tînin bimbarek dikim; daxwaz dikim ku bira ev îd ji parçêbûna ummetê re bibe derman û ji rabûna ummetê re jî bibe wesîle. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir