• DOLAR 32.932
  • EURO 35.346
  • ALTIN 2457.521
  • ...
Li Qonyayê qamyonetek li bariyeran qelibî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza serê sibê li 168emîn kîlometreya rêya Konya-Enqereyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin A.T.yê ku ji Entabê qumaşê dibire Ukraynayê. Kamyona di bin emrê wî de ji kontrola ajovanê xwe derket û li bariyeran qelibî.

Di encama lêdanê de ji tanka sotemeniyê şewat derket û romorka kamyonê wergeriya. Ajokarê ku ji qezayê xilas bû bêyî ku birîndar bibe agahî da îtfaiyeyê.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û polêsan sewqî cihê qezayê kirin. Ji ber şewata kamyona li ber stasyona sotemeniyê ket, polîsan rê li çûn û hatinê girtin.

Di encama hewldanên demdirêj ên îtfaiyeyê de, agir hat vemirandin. Piştî ku xebatên vemirandinê bi dawî bûn, rê ji trafîkê re hat vekirin.

Derbarê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir