• DOLAR 32.662
  • EURO 35.13
  • ALTIN 2442.139
  • ...
Tira ku dewarên biçûk barkirîbû qeza kir: Mirîyek, 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza danê sibê li 20emîn kîlometreya rêya Bedlîs-Diyarbekirê li Taxa Buzlu Pinarê qewimî.

Qamyona dewarên biçûka bi plaqeya 28 AAK 325 ku di rêya Bedlîsê re diçû û navê şofêrê wê nehat hînbûn ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê de kesekî ku navê wî nehat hînbûn canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezyaê re ekîbên AFAD û tenduristiyê hatin sewqkirin. Kesê di qezayê de birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

Heywanên di qamyonê de hinek ji wan telef bûn bi alîkariya ekîbên AFADê hatin derxistin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir