Piştî qerara vekişîna Wagnerê ji Kremlînê daxuyaniya yekem
Leşkerên Wagner dest bi vekişîna ji Rostov-on-Don kirin, ku li wir navenda leşkerî ya Rûsyayê xist bin kontrola xwe. Kremlînê ragihand ku Prigojin dê li Belarusê bi cih bibe.
Daxuyaniyên ewil ên Berdevkê Kremlin Peskov ku alîkariya Koma Wagner û Serokê Belarûsê piştrast kir wiha ne:
- Prigojin dê li Belarûsê bi cih bibe. Em nizanin ew niha li ku ye.
- Nerijandina xwînê ji cezakirina mirovan girîngtir e.
- Doza sûc a der barê Prigojin de bê rakirin.
- Li hemberî leşkerên beşdarî pêşdeçûnê bûne ew ê ti tedbîrên hiqûqî neyê girtin. (ÎLKHA)