• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Filistînê di nav hefteyekî de 15 kesan şehîd bûn, 4 sîyonîst mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên îşxalker heftiya borî di êrişên xwe yên li dijî Filistîniyan li Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye 15 kesan şehîd kir.

Ji aliyê din ve ji teref berxwedaran ve li dijî siyonîstên îşxalker û şênîyên îşxalker 296 çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Filistînê ve hat amadekirin, di nava heftiyekê de li bajarên curbecur ên Filistînê 38 bombeyên çekdar û 3 molotof ji aliyê berxwedaran ve hatin kirin.

Helîkopterek, 25 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin

Li gorî daneyên di raporê de, berxwedaran; 14 teqemeniyên ku bi destan hatibûn çêkirin û li 75 cihan çalakiya kevirbaran kirin. Di dema êrîşa siyonîstên îşxalker de li Cenînê helîkopterek xistin xwarê û 25 wesayitên leşkerî jî îmha kirin.

Ciwanên Filistînî di dema ku li 46 cihan rê li ber êrîşên şênîyên xwespker ên îşxalker girtin, di çalakiyên li 91 xalan de bi siyonîstên îşxalker re rû bi rû hatin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku paralelî zêdebûna êrîşên siyonîstên îşxalker çalakiyên berxwedanê jî zêde bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir