• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Neteweyên Yekbûyî derheqê PKKê de raporeke balkêş
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guterres ji pkkê re bertek nîşan da, “Êdî zarokan wek leşker bi kar neyênin”

Neteweyên yekbûyî derheqê heyama çile-berfanbar a sala 2022yan de raporeke bi navê “zarok di pevçûnên çekdar a salane de” weşand.  Di raporê de hat diyarkirin pkk û şaxa wê ya li sûrîyê SDG û YPG di sala 2022yan de zêdetirî 1200 zarokî  wek mîlîtan bi kar anîye.

PKKyê her ku diçe desteka xelqê kurd winda dike  bi dara zorê zarokên kurdan ji wan distîne û ew wan li gor hedefên xwe bi kar tîne.

Ev yek di rapora neteweyên yekbûyî de jî xwe nîşan da.

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve  derheqê heyama çile-berfanbar a sala 2022yan de raporeke bi navê “Zarok di pevçûnên çekdar a salane de” hat weşandin.

Di raporê de hat diyarkirin PKK û şaxa wê ya li sûrîyê SDG û YPG di sala 2022yan de zêdetirî 1200 zarokî  wek mîlîtan bi kar anîye.

Di rapora ku tê de hat îfadekirin hat tespîtkirin li sûrîyê li hember 2 hezar û 407 zarokan îhlalên giran hatine kirin û ji van zarokan hezar û 696 zarok ji teref YPG/PKKê ve û zarokên din jî ji teref komên din ên çekdar ve wek asker û tiştên mîna van hatine bikaranîn.

Di raporê de hat qeydkirin Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê ya ku şaxa sûrîyê ya PKKê ye 637 zarokan û rêxisitnên ku girêdayê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê ne jî  633 zarokan çekdar kirine û ew bi dara zorê kirine nav sefên xwe.

Di raporê de cî hat dayîn beyana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî.

Guterres derbarê mijarê de balan kişand li ser rewşa zarokên ku tên bikaranîn û got:

“Ji ber ku zarok ji teref PKK/YPGê ve wek leşker tên bikaranîn ez pir zêde bi endîşe me.  Ez bang li wan dikim da ku êdî zarokan wek leşker û menfeatên xwe yên din bi kar neyênin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir