• DOLAR 32.944
  • EURO 35.329
  • ALTIN 2458.092
  • ...
Li Dîyarbekirê di cotgeha mirîşkan de şewat: Bi hezaran mirîşk telifîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Embar a navçeya Bismilê di cotgehekî mirîşkan de ji ber ceryanê şewat derket.

Xwedîyên cotgehê ên ku şewatê dîtin ji îtfaîyeyê re xeberê şîyandin. Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê, şewatê tefandin.

Fîkret Salikyuzê xwedîyê cotgehê ê ku derheqê bûyerê de ji çapemenîyê re agahîyan da, got ku li gorî diyarîyên ekîbên îtfaîye û cendermeyan şewat ji ber ceryanê derketîye, heta niha 12 hezar û 500 ajel telef bûn.

Salikyuzê ku diyar kir ew ji ber zêdebûna ev hejmarê gilîdar in weha got, “12 hezar û 500 ajelên me telifîn, feqet ajelên me yên ku mane jî ji dûmanê tesîrdar bûne û zerarê dîtine. Beytarên me midexeleyên ewil kirin, di hevdîtina me de ji me re gotin ku gerek hûn 3 roj bisekinin.”

“Lazimatîya nîvê qezayê me didît”

Salikyuz diyar kir ku ew nêzê 4 milyon Lîre zerarê dîtîye weha axivî, “Ez ji sala 2016an heta niha vê karê dikim di sîstemê de nêzê 52 hezar ajelê min heye, 2 heb pînikê min heye û me di pînika 1em a bloqa Ayê de zayîatê daye. Di pînika 2yem de jî ajel ji dûmanê tesîrdar bûne lê li wê derê li gorî pînika bloqa Ayê me hindik zaîyat daye. Niha me ajelên ku mane kirîye bin tedawîyê. Em ê niha binhêrin ew ê çi bibe. Em hema hema lazimatîya hêkên Bismilê a nîvî bi cîh dianît. Lazimatîya welatê me jî herêma me jî ji hilberînê re heye. Ji bona ku xelqê me hêkên teze bixwin ji cîhên ewakî re lazimatî heye. Mixabin niha li gorî hesaba ber çavan 4 milyon Lîre zerara min heye û ez nikarim cîhê vê zerara xwe tijî bikim. Dibe ku ez li vê derê bigrim. Ji ber vê yekê ez ji rayedaran alîkarîyê dixwazim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir