• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Pêvajoya qeydên hafizî û medreseyê a ÎTTÎHADUL ULEMAyê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çanda Îslamê de û bi taybetî jî li alîyê rojhilatê welat bi sedsalan e çande medreseyê tê domandin, wek berê di rojên îro de jî di medreseyan de him dersên Îslamî him jî dersên fennî tên dayîn.

Qeydên medreseyê ên ku bi dawîbûna dewra dibistanê a sala 2022-2023yan dest pê kir ewê heta dawîya Îda Qurbanê bidome. Qeydên li ÎTTÎHADUL ULEMAyê ku li herêmê di gelek bajar û navçeyan de bi hezaran xwendekaran dide xwendinê zêde bûne.

Mela Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê derheqê pêvajoya qeydan de axivî, di axavtina xwe de di warê hêna pêvajoya qeydan dawî nebûne de ji welîyan re bîranînan kir.

“Em ji 15ê Tîrmehê pê ve pêvajoya qebûlkirina xwendekarên xwe a di medreseyan de dest pê dikin”

Mela Ozer weha got, “Wek ku tê zanîn em di vê pêvajoya ku dibistan tênê girtin de dest bi qeydên medreseyan dikin. Ev qeydên me di 3 qategorîyê de çêdibe. Ji vana ê yekemîn ji bo xwendekarên qîz perwerdehîya Erebî, yê duyemîn ji bo xwendekarên kur perwerdehîya Erebî û yê sêyemîn jî him ji bo xwendekarên kur him jî ji bo xwendekarên qîz perwerdehîya hafiztîyê ye.”

Ozer di dawîya axavtina xwe de weha diyar kir, “Bi temambûna qeydan em piştî Îda Qurbanê yanê di 15ê Tîrmehê de xwendekarên xwe di medreseyan de qebûl dikin. Em di vê pêvajoyê de rewşên xwendekarên xwe ê zeka û ezberê dinirxînin û li gorî qabilîyetên wan ew dişînin medreseyên xwe yên cuda. Yanê di qursên ku em dibêjin sinifên hazirîyê de wan di warê xwendina Quranê de û îlmîhalê de perwerdehîyê didin wan û dû re jî wan dişînin medreseyên xwe yên dinê.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir