Di teqîna li Parîsê de hejmarê birîndaran derket 37 kesan
Di teqîna ku li Rue Saint-Jacquesa herêma pêncemîn a Parîsê di nav malekî de pêk hat de hejmarê birîndaran derket 37 kesan, herî kêm 2 kes jî winda ne.
Wezîrê Karên Hindir yê Fransayê Gerald Darmanin, li herêma teqînê lêkolînan kir.
Darmaîn piştî lêgerînê ji çapemenîyê re daxunyanîyan da, diyar kir ku di teqînê de 37 kes birîndar bûn, ji vana jî rewşa 4 kesan giran e.
Darmaîn, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku hêj 2 kes jî winda ne û ji bona ku ew bên dîtin xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome. (ÎLKHA)