• DOLAR 32.57
  • EURO 35.261
  • ALTIN 2474.105
  • ...
Polêsê Efxen li Bedexşanê erdên xaşxaşê îmhe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qarî Maazudîn Ahmadîyê Midurê Çande û Zanyarî ya Bedexşanê, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ew di nav çend rojên dawîn de li bajarê Faîzabad û herêmên derdorê wê erdên xaşxaşê tespît kirine.

Ahmadî îfade kir wan erdên di encama operasyonên ku hatin kirin de hatine tespîtkirin 123 donim erdê xaşxa hatîye îmhekirin.

Ahmadîyê diyar kir ku di nav du mehê dawîn de bi sedan hezar hektar erdên xaşxaşê hatine îmhekirin, bal kişand ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, ji hilberîna xaşxaş û hilberînên wek wê re îzîn nade û di vî warî de jî bi qerar e.

Mela Hîbetullah Ahundzadeyê Serokê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di meha Nîsanê a sala parîn de biryarnameyeke ku hilberîna xaşxaş û maddeyên wek wî qedexe kiribû derxistibû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir