• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Gundîyên ku îstîlayê kêçan bûn ji rayedaran li hêvîya alîkarîyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bû mehekîye li gundê Xirbe Sitîla navçeya Çinarê îstîlaya kêçan heye, gundîyan îfade kirin ku ew bişev nikarin rakevin û daxwazîya çareserîya vê bûyerê kirin.

Gundîyên ku ji Xeta Whatsapp a ÎLKHAyê re peyaman şîyandin, diyar kirin ku ew ji şaredarîya navçeyê re xeberê dane lê tu gavekî nehatîye avêtin.

Hat îfadekirin ku piranî di malbatên ku bizinan xwedî dikin de ev kêçan xanê dikin, zarokên wan xwe duxrînin û di canên wan de jî birîn çêdibin.

Gundîyên Xirbê Sitîlê, diyar kirin ku di danê sibehê de li gorî îmkanên xwe dermanan davêjin, êvaran jî hinek cîhan dişon lê dîsa jî nikarin serî bi kêçan re derkevin.

Ji teref gundîyan ve hat îfadekirin ku bi taybetî di demên êvarê de ew ji teref kêşan ve tênê gezkirin, di vî warî de ji şaredarîya navçe û midurtîya tenduristîyê ya navçe daxwaz dikin ku bira çareserîyek bibînin.

Malbatên ku diyar kirin ji ber ev kêçeyan xew nakeve çavên wan, ger ku ji ev meseleyê re çareserîyek neyê dîtin ew ditirsin ku li hemû gund ev bûyer bê dîtin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir