Ji leşkerên Pakistanê re êrîşa bombeyî: 2 mirî
Li wîlayeta Xeyber-Pextunwayê li dijî leşkeran bi bombeyan êrîş hat kirin, 2 kes canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li herêma Spînwama ku girêdayê navçeya Wezîristana Bakur a wîlayeta Xeyber-Pextunwayê ye pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Pakistanê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku li dijî leşkeran bi bombeyên ku bi destan tênê çêkirin êrîş hatîye kirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, 2 leşker canê xwe ji dest dan.
Li herêmê jî operasyoneke mezin hat destpêkirin.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)