• DOLAR 32.183
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2433.55
  • ...
Serokkomar Erdogan: Em neyartîya li dijî misilmanan û ecnebîyan qebûl nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdogan li peyva xwe wiha zêde kir: “Tirkîye her dem mesûlîyeta xwe ya cîrantîyê bi cîh tîne. Tirkîye piştgirîyê dide koçberan daku bi şikleke ewle, bi dil û bi şanazî vegerin welatê xwe û pîlanên di vî warî de dixe jîyanê. Em fikrên neyartîya koçberan, dijminantîya mislimanan û ecnebîyan qebûl nakin. Ev fikr û raman li welatên rojavayî bi cîh bûbûn û wek jehrê li welatên din jî derketine holê. Em wan fikrên ku ji xeynî kesên netew, çand û bawerîya xwe nîne ji însanan nabînin qebûl nakin û em wan wek tehdîteke pêşeroja mirovahîyê dibînin.”

“Ew welatên ku ji herkesî re dersa mafên însanan û demokrasîyê didin divê mesûlîyet bigrin.”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku ji dîrokê hetanî îro behra sipî bûye dergûşa şaristanîyan lê belê îro bûye wek goristana koçberan û di vê de jî bandora zîhnîyeta qure ya ku koka wê dighêje kolonyalîzmê heye û wiha axivî: “Di bûyera heftîya paş de li ber çavan bi sedan zarokên bê sûc bi şikleke trajîk canê xwe ji dest dan. Ev bûyer bû mînaka herî paş û ya herî şermdar. Civaka navneteweyî û bi taybetî jî ew dewletên ji xeynî  xwe ji herkesî re dersa mafên însanan û demokrasîyê didin divê mesûlîyetê bigrin. Mesleya penaberan encax bi qedandina sedemên koçê bê çareserkirin. Di vê mijarê de serkeftin û pêkanîna Peymana Cîhanî ya Penaberan ku di Kanûna 2018’an de bi tevkariya aktîf a Tirkiyeyê hate qebûlkirin, gelekî girîng e. Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku hem di warê cîbicîkirina rêkeftinê de hem jî di warê cîbicîkirina erkan de zêdetir hewl bidin. Bi van biryar û daxwazan, ez hêvî dikim ku Roja Cîhanî ya Penaberan bibe wesîleya bilindkirina hişyariya cîhanî, pêşîgirtina li trajediyên nû û çareserkirina pirsgirêkên hemû penaberên ku li deverên cuda yên cîhanê têkoşîna jiyanê didin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir