• DOLAR 34.092
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2842.662
  • ...
Li Diyarbekir navend li dijî FETOyê operasyon: 6 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serdozgerîya Komarîya Diyarbekirê ve li dijî qefaltin û eşkerekirina mirovên ku ji FETOyê re fînansmanê temîn dikin xebat hat destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de; hat tespîtkirin mirovên ku li Diyarbekir û Rojhilata Başûr fealîyetan dikin li Entelya, Riha, Mêrdîn, Entab û Zaonguldaxê ji malbatên girtîyên FETOyê re pere şîyandine.

Ekîbên Midurtîya Şubeya Micadeleya bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr, doh li Dîyarbekir, Riha û Edeneyê operasyonên hevdemî lidar xistin.

Di operasyonan de di encama lêgerînên ku di malên 6 şikdaran de hatin kirin de; 8 telefon û qerta hafizê û 34 hezar û 540 dolar hatin bidestxistin.

Miameleyên şikdaran a li ewlehîyê hêj didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir