Li Tataristanê şewat: 4 jê zarok 7 mirî
Li Tatarstana girêdayî Federasyona Rûsyayê di şewata ku di maleke yekqatî de derket de ji heman malbatê 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer li gundê Saîtovo yê navçeya Tukaevskî ya Tataristanê pêk hat.
Li gorî medyaya Rûsyayê ji ber sedemeke nediyar agir bi mala malbateke 8 kesî ket.
Piştî şewatê ekîbên îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat ragihandin ku di şewatê de 4 jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dane, dayika zarokan jî birîndar bûye.
Der barê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)