• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Bavê ku qîza xwe dibir îmtîhanê qeza kir canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li alîyê Yenîormana ku girêdayê navçeyê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Zafer Kiliçê ku dixwest qîza xwe Eslem Nur Kiliç bighêjîne rûniştina duyemîn a AYT ya Îmtîhana YKSyê, ji ber rêya ku şimitoqî bûbû hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, ji rê derket û li dîwarê qelibî.

Di encama qezayê de Zafer Kiliç û qîza wî Eslem Nur Kiliç giran birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme û tenduristî hatin sewqkirin.

Bav û qîza ku giran birîndar bûbûn piştî midexeleya ewil a li cihê bûyerê bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Bav Kiliç, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da. Eslem Nur Kiliç jî hêj giran birîndar e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir