Li Îranê lehî: 7 mirî
Li wîlayeta Erdebîla Îranê ji ber barana tund lehî pêk hat, herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan.
![Li Îranê lehî: 7 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/xl1yTu-S84gB3JCWlRh5ah9TMf4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/24/li-irane-lehi-7-miri-405ef8db.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Îranê ve hat daxuyandin li 12 wîlayetên welat baraneke tund tesîrdar bûn.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di felaketa lehîyê de li Erdebîlê 7 kes canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber baranên ku hefteya borî barî û lehîyên ku li 12 wîlayetan pêk hatin ji 5 hezar û 195 mexduran re alîkarî hat kirin. Ji 111 kesan re alîkarîya warên borî hat kirin. Li wîlayeta Erdebîlê jî ji 5 hezar û 30 mexduran re alîkarî hat kirin.”
Hat destnîşankirin ku li bajara Çalusa ku nêzê Behra Hazarê ya Tehranê ye du kes winda bûn û ji bona ku ew kesan bên dîtin xebat didomin. (ÎLKHA)