Li Kanadayê tir û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn: 15 mirî
Li wîlayeta Monîbaya Kanadayê di encama qezaya ku tirek û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn de 15 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku ji medyaya mehellî hatine bidestxistin, li bajara Carberrya Manîtobayê di rêya navbera wîlayetan de tirek û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil, 15 kesan canê xwe ji dest dan. Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)