• DOLAR 32.637
  • EURO 35.297
  • ALTIN 2474.389
  • ...
Li Dîyerbekirê ji ber nerazîbûna erd şer derket: 8 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li gundê Şîdadaya navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber nerazîbûna erd gelemşeyek derket, ew gelemşe di demeke kin de ji pevçûnê re vegerîya.

Di şerê ku çek jî hatin şixulandin de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat hînbûn ku berîya pevçûnê li gund hinek erd hatine şewitandin.

Ekîbên cendermeyê li gund ewlehîyeke mezin girt. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir