Li Cammu Keşmîrê bi mezinahîya 5,4an erdhej
Li herêma Cammu Keşmîra di bin kontrola Hîndistanê de ye di mezinahîya 5,4an de erdhejek pêk hat.
Erdheja ku navenda wê herêma Dodaya Cammu Keşmîre, li herêma Cammu Keşmîra Azad a Pakistanê, Laxor, Îslamabad û Peşawerê jî hat hîskirin.
Li gorî seatên Tirkîye erdhej di seat 13.33yan de, 6 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Piştî erdhejê derheqê mirî an jî birîndaran de tu agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)