Li Sûrîyê helîkoptereke aîdê Amerîkayê ket xwarê: 10 jê giran 22 birîndar
Fermandarîya Hêzên Navend yê Amerîkayê (CENTCOM), daxuyand di qezaya helîkopterê ya ku li bakurê Sûrîyê pêk hat de 10 jê giran 22 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref CENTCOMê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin di 11ê Hezîranê de li bakurê Sûrîyê helîkopterek ket xwarê û 22 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, leşkerên birîndar tên tedawîkirin, 10 leşker jî rewşa wan giran e û wan rakirine unîteya çavdêrîya awarte.
Li gorî daxuyanîyê tehqîqata qezayê ku roja Yekşemê pêk hat hêj didome. (ÎLKHA)