Di dewrîyeya Rusyayê de teqîn pêk hat: 1 mirî 4 birîndar
Li bakurê Sûrîyê ekîbên Rusan dewrîyeyê diavêtin û di dema dewrîyeyê de teqînek pêk hat, leşkerekî Rus mir, 4 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji medyaya mehellî hatine bidestxistin; di dema derbasbûna qonwoya Rus a ku li ser rêya Herbel-Um Xoş a li herêma Şehbaya ku girêdayê Til Rifatê ye de teqînek pêk hat.
Hat destnîşankirin ku di teqînê de leşkerekî Rus mir, 4 leşker jî birîndar bûn.
Derheqê teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)