Li Japonyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej
Li bakurê Japonyayê bi mezinahîya 6,2yan erdhejek hat qeydkirin.
i gorî medyaya Japonyayê di Okyanûsa Pasifîkê a ku li nêzê girava Hokkaîdoyê ye de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 140 kîlometre di bin kurahîya okyanûsê de pêk hat.
Derheqê mirî an jî birîndaran de hêj tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)