• DOLAR 32.274
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2441.639
  • ...
Rûsya êrîşî Odessayê kir: 3 mirî, 27 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ya li ser mijarê, artêşa Rûsyayê bi fûzeyên krûz, fuzeyên balîstîk ên Îskander û pêgerên hewayî yên bêmirov (ÎHA) herêmên Xarkov û Odessa hedef girtin.

Pergalên parastina hewayî bi 2 fuzeyên krûzê 20 balafirên bêmirov xistin xwarê.

Li Odessa di dema ku parçeyên drone yên hatin rûxandin li apartmanekê ketin, 3 sivîlan canê xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa li ser herêma Poltavayê de balafirgeha leşkerî ya Myrhorodê hat hedefgirtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir