Li Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû: 19 kes mirin
Li wîlayeta Xayber Paxtunwa û Pencabê ya Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 19 kes canê xwe ji dest dan û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn.
![Li Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû: 19 kes mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/uTbJpDVrilt-VGUqMd4FfKg0t3o=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/23/li-pakistane-ji-ber-barana-zede-lehi-rabu-19-kes-mirin-3f847b6f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di lehiya ku ji ber barana zêde li herêmên Bannu û Lakki Marvat ên wîlayeta Xayber Paxtunwa ya Pakîstanê derket de jin û zarok jî di nav de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 146 kes jî birîndar bûn. Li van herêman banê gelek xaniyan hilweşiya, li hinek nuqteyan jî dîwar hilweşiyan.
Li herêmên Sargoda, Gujranvala, Faisalabad û Hushab ên Pencabê jî baranên dijwar bi bandor bûn.
Li gundê Çanê yê Huşabê ji ber hilweşîna dîwarê malekê 3 kes mirin.
Li Gujranvalayê di qezayên ku ji ber baranê derketin de 10 kes birîndar bûn.
Li herêmên ku baran lê bi bandor e xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, nexweşxane ketine nobetê. (ÎLKHA)