• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ji Weqfa Êtîman banga bexşê qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman yê ku ji êtîm, sêwî û zarokên bêkesan re xebatên alîkarîyê dike, di çarçoveya projeya “Bira Ji Êtîm Re Bibe Qurban” de kampanyaya bexşê qurbanê da destpêkirin.

Cemîl Cahît Unsalê Endamê Sazîya Îstîşare yê Weqfa Êtîman derheqê projeya “Bira Ji Êtîm Re Bibe Qurban” de agahîyan da û ji xêrxwazan re bang kir.

Unsal di axavtina xwe de weha got, “Dema ku qurban ji bona Xwedê bi îxlasî bê jêkirin wê çaxê dibe qurban. Dema ku em îdê bi fêhma Hezretî Îbrahîm û Îsmaîl pêşwazî bikin wê çaxê dibe îd. Ez veya bibêjim ku jêkirina qurbanê dewlemendîyê hewce nake. Hemd ji Xwedê re ku em heta îro bi kesên ku fedekarî difikirin re hatine. Elbet ji bona ku em projeyên xwe bi cîh bînin û bighêjin armancên xwe pêwistîyê me ji dildarên dewlemend re heye. Em dizanin ku wek her demî ew ê dilên dewlemend, camêr û xêrxwaz kêfxweşî û hêvîyê belav bike. Em di vê îdê de jî dikarin bi tevî xêrxwazên xwe dest bidin destê hev û li ser sifreya mexdûr û êtîman bibin mêvan.”

“Em ê di vê Îda Qurbanê de jî êtîm, sêwî û mexdûran bi hev re kêfxweş bikin”

Unsal di axavtina xwe de qala detayên projeya “Bira Ji Êtîm Re Bibe Qurban” ku bi minasebeta Îda Qurbanê dane destpêkirin kir û weha got, “Erê em dîsa dikevin nav mewsîmeke pîroz. Heyecana Îda Qurbanê ji niha ve bi me girtîye. Wek her salî xebatên me yên nav welat û derveyê welat dest pê kirine. Armanca me ev e ku wek salên berê dîsa xwe bighêjinîn êtîm, sêwî û mihtacan goştê qurbanê bidin wan û wan kêfxweş bikin. Em bîrva nekin ku him li nav welat û him jî li derveyê welat gelek êtîm û sêwî hene û çavên wan li rêya me/we ne. Asya, Efrîqa, Yemen, Filistîn, Efxenistan û hemû erdnigarîyên mezlûm li hêvîya me ne. Li Tirkîyê jî êtîm û sêwî li hêvîya me ne.”

Unsal di dawîya axavtina xwe de qala fîyetên qurbanîyan jî kir û weha got, “Ez bawer im ku ew ê îsal jî hemû endam û dildarên me di ev Îda Qurbanê de jî hessesîyeta ku hewceye nîşan bidin û bi fedekarî bixebitin. Ji xwe niha jî di sehayê de ne û dixebitin. Ger ku Xwedayê min bike nisîb em ê di vê Îda Qurbanê de jî tev bi hev re êtîm û sêwîyan kêfxweş bikin. Heqê qurbanên me ewakî ne: li Tirkîye heywanên mezin 5250 Lîre, li Yemenê 150, li Filistînê 300, li Efxenistanê 150, li Efrîqayê 100, li Asyayê jî 150 Euro ye.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir